Li Qibrisê di nava hefteyê de 5 hezar îmze ji bo PKK'ê hatin komkirin

Di çarçoveya kampanya îmzeyan de ku ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin hatiye destpêkirin, li her bajarekî Qibrisê bênavber kar tê kirin. Di nava hefteyekê de zêdeyî pênc hezar îmze hatin komkirin.

Berdevkê Komîsyona îmzeyan ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve hatiye avakirin Kamîl Akal ragihand ku di nava hefteya dawî de zêdeyî 5 hezar îmze hatine komkirin, bi vî rengî heta niha 15 hezar îmze hatine hevdan.

Akal got, "Weke komîsyona kampanya îmzeyan, nêzî 3 meh in em kar dikin. Me heta niha 15 hezar îmze kom kirine. Ya rast ev yek ji bo me serketinek nîne. Hevalên me kedeke mezin dan, lê belê hejmara ku me heta niha bi dest xistine ji bo me têrker nîne."

Akal got, "Hebûna navê PKK'ê li wê lîsteyê ji bo me hemûyan şermeke mezin e" û wiha dewam kir, "Şerê li çiyayê Kurdistanê tê meşadin di navbera leşkerên sîstema kapîtalîst û fedaiyên paradîgmaya azadîparêz, ekolojîk, demokratîk tê meşandin." Akal destnîşan kir ku di vî şerî de wê li dijî koletiyê, azadî bi ser bikeve."

Akal anî ziman ku wan bi vê têgihiştinê plansaziya xwe ji nû ve nirxandin, bi vî rengî jî hefteya derbasbûyî encameke baş bi dest xistine û got, "Di nava hefteyekê de me 5234 îmze kom kirin. Em ê karê xwe bi vê tempoyê dewam bikin. Armanca me komkirina 60 hezar îmzeyî ye."