Li Qibrisê 'Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re' ava bû

Li Qibrisê partiyên siyasî, rojnamevan, nivîskar û kesayetên naskirî ji bo yekîtiya stratejîk a navbera gelê Qibrisê û gelê Kurd, 'Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re' ava kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê EDEK (Partiya Sosyalîst) û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Kostis Efstathiou û Parlamentera heman partiyê Eleni Theocharous, Serokê Giştî yê berê yê Partiya Ekolojîst û Parlamenter Giorgos Perdikis, lêkolîner-rojnamevan Christos Lakovou jî di nav de gelek siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û kesayetên naskirî yên Qibrisê li hev civiyan û 'Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re' ragihandin.

Endamên însiyatîfê li Civata Rojnamevanan a Lefkoşayê li hev civiyan û civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Civîn ji aliyê çapemeniyê ve bi baldarî hate şopandin. Nûnerê PYD'ê Yasîn Dergûş, Hevserok û endamên Meclîsa Gelê Kurd û siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat jî tevlî civînê bûn.

Her wiha endamên Komîsyona Piştgiriya bi Kurdan re ya salên 1990'î ji aiyê Teofilos Georgiadis ve hate avakirin, beşdarî civînê bûn. Georgiadis di 20'ê Adara 1994'an ji aliyê MÎT'ê ve hatibû qetilkirin.

Di civînê de parlamenter axivîn û piştre belavoka hevpar a çapemeniyê hate xwendin.

Di belavokê de hate ragihandin ku gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, têkiliyên Kurd-Rûm di asteke girîng de ne û hate gotin, "Li dijî xisarên ku modernîteya kapîtalîst bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker li gelan kiriye, li hemberî polîtîkayên faşîzm û qirkirinê 'piştevanî' û hevkarî ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve girîng e. Bi têkoşîna hevpar, tevî gelê Kurd bi tevlîbûna gelê Rûm ê dost re em di wê baweriyê de ne ku dikarin hîn bêhtir bi pêş ve biçin. Tenê hevkarî û piştevaniya gelan dikare dawî li planên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk bîne."

Di belavokê de hate destnîşankirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk û li hemberî dagirkeriyê helwesta herî rast a gelan ew e ku xwe bispêre hêza xwe, bi vî rengî xwe birêxistin bikin, biparêzin, bi hêza xwe rêveberiya xwe û parastina xwe ava bikin.

'THEOFILOS NÎŞANEYA ME YE'

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin ku dostê Kurdan Tehofilos Georgiadis di têkiliyên gelên Kurd û Rûm de kesayetekî dîrokî bû û hate gotin, "Theofilos dît ku gelên Kurdistanê û Qibrisê çawa bû hedefa êrişên vê dagirkeriyê û hêzên hegemonîk û tespît kir ku dagirkirina Kurdistanê bûye zemîn ji dagirkirina Qibrisê re. Di vê çarçoveyê de piştgiriyeke xurt da Kurdan û bû sembolek ji têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Theofilos digot, 'Azadiya Qibrisê ji çiyayên Kurdistanê derbas dibe' ku ev gotineke dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re wê li gorî vê rastiyê li dijî pirsgirêkên siyasî, aborî û çandî yên gelê Kurd bi hestiyarî tevbigere û kar bike."

KARÊN SEREKE YÊN ÎNSIYATÎFÊ

Ji bo karên sereke yên Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdan re ya Qibrisê wiha hatin vegotin:

"Însiyatîf ji bo tevkariyê li rizgariya Kurdistanê û Qibrisê bike hatiye avakirin. Bi hevkariya bi civak û hikumeta Qibrisê re wê ji bo piştgiriya bi berjewendiyên hevpar ên gelên Qibrisê û Kurdistanê bixebite. Ji bo yekîtiya stratejîk di navbera Qibrisê û gelê Kurd de ava bike wê kar bike. Ji bo mexdûrên şer ên li Kurdistanê wê bi armanca piştgiriya malî û civakî têbikoşe. Ji bo pirsgirêkên burokratîk ên li Qibrisê derdikevin pêşiya Kurdan, ji bo piştgiriya malî û civakî ya ji bo mexdûrên şer ên li Kurdistanê wê kar bike, ku ev yek wezîfeyên me ne. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku niha li Rojhilata Navîn bi taybetî li herêma Rojava ya Kurdistanê bûye hêvî ji gelan re, wê ji gelê Qibrisê re bê vegotin."

Civîn bi dirûşmên ji bo piştgiriya şoreşgerî ya gelan bi dawî bû.