Li pêşiya Sefaretxaneya DYE ya Qibrisê çalakî hate kirin
Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê biryara DYE ya derbarê sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê ya Qibrisê çalakiyek kirin.
Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê biryara DYE ya derbarê sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê ya Qibrisê çalakiyek kirin.
Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li Lefkoşa li pêşiya Sefaretxaneya DYE hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û biryara li ser sê rêveberê PKK’ê bi çalakiyekê protesto kirin.
Di çalakiyê de flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hate vekirin û pankarta bi nivîsa ‘Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan rûmeta me ne, hûn nikarin dest bidin rûmeta me’ hate vekirin.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP’ê faşîstên dest bi xwînin û got: “Rêveberên PKK’ê ne terorîst in, siyasetmedarên ku têkoşîna rûmetê ya gelan dikine. Dewleta Tirk dewletekî qirker û dagirker e. Bêdengiya DYE û NATO tê wateya hevkariya sûc.”
Piştî qîrkirina dirûşmên ‘Bijî PKK’ û ‘Bimre TC a dagirker’ û şûnde dosyaya ku sûcên şer ên dewleta Tirk radestî rayedarên Sefaretxaneya DYE’yê kirin.