Li pêşiya Sefaretxaneya DYE ya Berlînê dagirkerî protesto kirin

Bi sedan kesên li ser banga KON-MED’ê li ber derê Sefaretxaneya DYE’yê ya paytexta Elmanya Berlînê hatin ba hev, êrîşê dagirkeriyê û di serî de bêdengiya DYE û hêzên navneteweyî protesot kirin.

Bi sedan kesên li ser banga KON-MED’ê li ber derê avahiya Sefaretxaneya DYE ya Berlînê kom bûn.

Di çalakiyê de ku êrîşên dagirkeriyê ya li Zap, Metîna û Avaşîn ên dewleta Tirk protesto kirin, pankartên bi nivîsên ‘Emerîka nebe parçeeyek ji dagirkeriyê’, ‘No pasaran für Diktatur Erdogan, Zeit ist gekommen Freiheit für Öcalan!’ û ‘Gemeinsam gegen Faschismus und Besatzung aufstehen, Zusammen Kurdistan verteidigen’ vekirin.

Hinek çalakvan ji bo qirkirinê vebêjin paçên spî ku dişibe ‘Kefen’ li xwe kiribûn û bi boyaxê şeklê dest li ser li xwe kiribûn.

Li ser navê Komîteya çalakiyê hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî. Yilmaz silav li gelê Kurd, girtiyên zindanan û her kesê li ber xwe dide kir. Yilmaz got: “Li Îzmîr, Afgyon û Konyayê li her derê êrîşî Kurdan dikin. Xaka me dagir dikin. Em Kurd çawa heta niha me li her derê li ber faşîzmê li ber xwe daye, ji niha û şûnde jî em ê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinan Yilmaz çalakvanan bi qasî 5 deqeyan xwe li erdê dirêj kirin. Piştre jî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi yek dengî qîr kirin.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur jî got: “Di serî de DYE ya li ber êrîşên dagirkeriyê ya li Kurdistanê bêdeng dimîne, li hember bêdengiya hemû hêzên navneteweyî hemwext li Parîs, Berlînê çalakiyên bi kefen lidar dixin. Dixwazin me qir bikin. Li ber vê qirkirinê hemû cîhan çav, guh û devê xwe lê digirin û mîna sê meymûnî rol dilîzin. Em ê li Kurdistan û her cihê lê li ber vê dagirkerî û qirkirinê bêdeng nemînin.”

Hevserokê FED-KURD Kerem Gok jî bal kişand ser salvegera Peymana Lozanê û got: “ Em vê peymanê ya berî 98 salan hatî îmzekirin li ber derê Sefaretxaneya DYE’yê protesto dikin. Li vir Kurdistan azad nebe, Rêberê Gelê Kurd azad nebe, dîsa heta operasyonên li ser gerîla dawî nebin, dawî li berxwedana me nayê.”

Hevseroka KON-MED Zebeyde Zumrut diyar kir ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin û got: “Dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Qirkirinê pêk bînin. Bang li PDK’ê dikim. Îro DYE, TC û NATO dostên Barzanî ne, dijminên gerîla ne. Lê li Metîna, Zap û Qendîlê gerîla nebe Barzanî nikare 24 saetan bijî. Dixwazin qira Kurdan bînin. Em li ber xwe nedin wê qira Kurdan bînin.”

Di çalakiyê de bê navber bi dirûşman daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Hunermend Hozan Aydin ê tevlî çalakiyê bû, di serî de strana ‘Mîrê Min’ a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek stranên din got.