Li pêşiya NY çalakiya ji bo Rêberê Gelê Kurd didome

Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya Kurdan a li dijî tecrîda Îmraliyê didome.

Gelê Kurd ji 27’ê Çileyê û vir ve di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, dem dema azadiyê ye’ de li pêşiya ofîsa li Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî her Çarşem çalakiya rûniştinê dikin.

Kurdên ji bajarê Wînterthûrê çalakiya vê hefteyê wergirtin.

Ji ber ku NY li hemberî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng e, bi çalakiyan ev bêdengiya NY hate protestokirin.

Di çalakiyê de Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan jî hate pîrozkirin.

Di çalakiyê de Metîn Mîntaş li ser navê CDK-S’yê axivî û diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, li her çar parçeyên Kurdistanê, li zindanan û li dîasporayê berxwedan didome. Mîntaş got: “Ji bo gumanên li ser tendirustî û jiyana li ser Rêbertiya me were rakirin, divê saziyên navneteweyî mîsyona xwe bi cih bînin. Di heman demê de divê êşkenceya tecrîdê bi dawî bibe û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pêkanîn.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştandinê domiya.