Li pêşiya Konseya Ewropayê greva birçîbûnê ya dorveger hate destpêkirin

Grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin, li pêşiya Konseya Ewropayê greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger hate destpêkirin.

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi pêşengiya Leyla Guven, li girtîgeh, çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat didomin. Tevî ku rewşa çalakgeran giran e çalakiyên grevên birçîbûnê bi biryardarî didomin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 aktivîstan di roja 71’an de didome. Nobeda Azadiyê ya ji aliyê ‘Înîsyatîfa Azadiya Ocalan’ hatibû destpê kirin kete sala 7’an.

Îro li pêşiya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger hate destpêkirin. Bi armanca piştevaniya bi grevên birçîbûnê re çalakî ji aliyê 10 endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku nûnertiya Rojava dike hate destpêkirin. Çalakî îro bi daxuyaniya çapemeniyê destpêkir, wê her komek 5 rojan bikeve grevê û piştî 5 rojan koma nû çalakiyê dewr bigire.

Di daxuyaniya çapemeniyê de daxuyaniya Konseya Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransa (CDK-F) hate xwendin û hate gotin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan serî de Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û li dijî hemû peymanên mafên mirovan ên navnetewî ne.

DIVÊ SAZIYÊN EWROPA XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVE; MIRINAN RAWESTÎNIN

Di daxuyaniyê de ji Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) ev daxwaz hatin kirin.

            Serî de KE û CPT, sazî û welatên Ewropa ku Tirkiyeyê weke endamekî Konseya Ewropayê qebûl kirî rêz ji nirx û rêgezên xwe re bigirin û bikevin nava hewldanan.

-             Ev sazî divê pêşî li mirînên grevên birçîbûnê bigirin.

-             Ewropa, mafên mirovan divê bersivê bidin Leyla Guven û çalakgerên din ku ji bo aşitî û demokrasiyê têdikoşin ku ev bingehên saziyên Ewropayê ne.

‘BANG LI CPT KIR; BI ERKA XWE RABE’

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ji çalakgeran Rustem Evdo axivî û got; “Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikim. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me û azadiya Ocalan me ev çalakî da destpêkirin. Bêdengiya cîhanê ya li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me, em şermezar dikin.”

Rustem Evdo bi bîr xist ku Leyla Guven zêdetirî 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û got; “Divê kesên ku xwedî wijdan in li dijî vê çalakiyê bêdeng nemîne. Li pêş çavên cîhanê roj bi roj dihelin. Cîhan jî bêdeng e. Eger em gelê Kurd dengê xwe bi çalakiyan negihînin wan, li ber xwe nedin şerê li dijî gelê Kurd naqede. Hêza gelê Kurd heye ku li her derê li ber xwe bide û tecrîdê bişkîne.”

Evdo bang li CPT kir û got; “CPT bi bêdengiya xwe hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re derxist holê. Em bi vê çalakiya xwe bang li CPT dikin û dibêjin ‘Bi erka xwe rabe.”