Li PE Konferansa Rojava: Dagirkeriya Tirk hovîtî ye!

Li PE’yê têkildarî dagirkeriya Tirk, paqijiya etnîkî, têkiliyên çeteyan û pozîsyonên hêzên navneteweyî yên li Rojava konferanseke berfireh hate kirin. Wezîrê Karê Derve yê bere yê Fransa Bernard Koûchner ji bo dagirkeriyê got: ‘hovîtî’ ye.

Roja yekem a konferansa li Parlementoya Ewropayê (PE) hate kirin, koma Keskan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û Îtifaqa Parastina Azadî û Mafê Mirovan a Navneteweyî (AIDL) organîze kir. Hola konferansê tije bû. Ji ber eleqeya zêde cih gelek kesî jî cih peyda nekir.

HEVRÎN XELEF HATE BIBÎRANÎN

Di konferansê de li ser navê Koma Îtifaqa Azadî a Keskan/Ewropa Parlementer Françoîs Alfonsî diyar kir ku ji organîzekirina konferansê weke koma Keskan kêfxweş in. Alfonsî siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef a ji aliye dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin bibîr anî û got: “Pêwîst bû ew jî li vir amade ba, bi sembolî me cihek ji bo wê veqetand.” Alfonsî anî ziman ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer divê bê mehkûmkirin. Piştî van axaftinan ji bo Xelef deqeyek rêz hate girtin.

ALFONSÎ: BI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ RE REWŞA KURDAN XIRABTIR BÛYE

Alfonsî destnîşan kir ku li PE’yê koma dostaniya Kurdistanî avakirine û got: “Ne tenê piştevaniya bi Kurdan re, têkilarî kesên li wir dijîn, pêwîstî pê heye ku yên Ewropî jî li ser wan xwedî agahî bin. Her cihê Kurd lê ne di nava mercên zehmet de dijîn. Bi taybet bi dagirkirina Efrînê û vir ve rewş girantir bûye. Ji bo azadî û siberojê em bi têkoşîna we re ne.”

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Amed a di rûniştinê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku dewleta Tirk li ser zimanê Kurdî polîtîkayeke ya tinekirinê dimeşîne. Amed diyar kir ku ji vê konfaransê armanca wan a yekem balê bikişînin ser guhertina demografî, qetlîam û talanê. Amed îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk dixwaze sîstema li Rojav tine bike, bibîr xist ku parastina sîstema demokratîk a li Rojava ji bo wan pir girîng e. Amed bibîr xist ku ji bo avakirina vê sîstemê 12 hezar şervan şehîd dane, bi deh hezaran jî birîndar bûne. Amed da xuyakirin ku ji vê konferansê hêvî dikin ku dagirkeriya Tirk bidin sekinandin, kesên neçarî koçberiyê bûne vegerin û sûcên şer ên hatine kirin li dadgeheke navneteweyî bên darezandin biryarek derkeve. Herî dawî Amed anî ziman ku divê dewletên Rojavayî nebin hevkarê guhertina demografî û sûcên şer ên tên kirin.

AIDL: DIVÊ YE HELWESTÊN ZELAL RABER BIKE

Ji organîzatorên konferansê Serokê Îtifaqa Parastina Azadî û Mafê Mirovan a Navneteweyî (AIDL) Gaûîllaûme Toûrnîer jî axivî û got: “Ji Ewropa bi vekirî bi biryarekî dawî daxwaz dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kurdan raweste.” Toûrnîer bal kişand ser dagirkerî û qetilkirina sivîlan û got: “AÎDL bang li Ewropa dike ku bi berpirsyartiya parastina welatî û saziyên xwe rabin dikin. Ev ne tene wezîfeyeke, xwedî astekî jiyanî ye.” Toûrnîer diyar kir ku divê mafê mirovan bê bicihanîn  got: “Divê edalet pêk were” û bi domdarî got: “Divê Ewropa xwe li ya îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûdidin ranekgire.”

RÛNIŞTINA DESTPÊKÊ

Di rûniştina destpêkê ya dibin moderatoriya endamê Konseya EUTCC Mîchael Gunter pêk hatî de têkildarî dagirkeria Tirk, paqijiya etnîkî ya li Rojhilata Navîn, helwesta NY, NATO, YE û koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê, sûcên dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û şantaja penaberan a dewleta Tirk de semîner hatin dayîn.

KAÛCHENER: JI DERVEYÎ HOVITIYÊ NE TIŞTEK DIN E

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê û Hevserokê Rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Bernard Koûchner semînera destpêkê da. Koûchner got ew li ser navê organizasyonê û dostaniya bi gelê Kurd re diaxive û wiha got; “Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin ji derveyî hovitiyê ne tiştek din e. Piştgiriya min ya ji bo gelê Kurd her tim heye û mayînde ye.” Koûchner qala bêdengiya sazî û hêzên navnetewî ya li dijî dagirkeriyê kir û ev tişt got; “Sedemê vê basît e, Kurd ne xwedî welatekê ne, komeke ku bi mêtîngeriyê hatine parçe kirin. Kurd ne tenê geleke ku bi mêtîngeriyê hatine parçe kirin. Nirxên ku Kurd diparêzin nirxên Ewropayê ne jî.”

DAGIRKERIYA LI QIBRIS Û ROJAVA

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê yên li Rojava û Qibrisê parlamenterê ji Qibirsê Costas Mavrîdes nirxand. Mavrîde got ku dema 1974’an Qibris hatî dagirkirin ew zarok bû û ev tişt got; “Divê Rojava û Yekîtiya Ewropa bizane ku Tirkan sûc polîtîze kir. Ji operasyona li Qibrisê re gotin operasyona aştiyê, operasyona li Rojava jî bi navê ‘aşitiyê’ bi hev ve girêdan. Piştî hincetan jî dagirkerî destpê dike.”

DIVÊ DESTÛR NEYÊ DAYÎN KU DEWLETA TIRK BÊ CEZA BIMÎNE

Mavrîdes bi domdarî wiha got; “Ev paqijiya etnîkî ye. Armanca wan cihên dagirkirine avakirina “rêveberiyekî xeyalî ye” Eger lîderên ku li dijî dewleta Tirk nebin ew ê piştî Rojava sira hinek cihên din were. Stratejiya ku Erdogan pêşbazî dike felaketekî mirovî ye. Divê destûr neyê dayîn ku dewleta Tirk bê ceza bimîne.”

ROJNAMEGERÊ SIÛDÎ ŞIBAND HÎTLER

Rojnamegerê ji Erebistana Siûdî ku di mijara terorîzmê de pispore Suleyman Ansarî têkildarî stratejiya dagirkeriyê û paqijiya etnîkî ya dewleta Tirk axivî. Ansarî bibîr xist ku pêşiyên Erdogan li dijî Ermenan qirkirin pêk anîne û wiha got; “Erdogan gefeke ku belavî hemû cîhanê dibe ava dike. Dîktatoriya Erdogan dişibe dîktatoriya Hîtler û Mûsollînî.” Ansarî diyar kir ku Erdogan piştigiryê dide Birayên Misilman ên li Ewropa û wiha got; “Erdogan di heman demê de piştgiriyê dide koma terorîst a DAÎŞ’ê. Em li dijî dagirkeriya Tirk bi were ne.”

EGER DAGIRKERÎ NEBÛYA ROJAVA WÊ CIHEKÎ XWEŞ BÛYA

Wezîrê berê yê Penaberan yê Yewnanistanê Loannîs Moûzales peymana penabaran û bikaranîna şîrê demokrasiyê ya li ser Ewropayê nirxand. Moûzales qala serdana xwe ya ji bo Rojava kir û wiha got; “Eger dagirkeriya dewleta Tirk nebûya Rojava wê bibûya cihekî xweş, lê mixabin dagirkeriya dewleta Tirk pêk hat. Yekîtiya Ewropayê ji bo penaberan pere dide Tirkiyê lê ji bo yên li Rojava tiştek ne kiriye. Divê Yekîtiya Ewropayê çavdêran bişîne herêmê.”

Konferans piştî rûniştina duyemîn wê tevahiya sibê bidome.