Li Parlementoya Brîtanyayê resepsyona Newrozê

Parlementerê Partiya Neteweyî yê Îskoçî Chrîs Stephens ê li resepsyona Newrozê ya di Parlementoya Brîtanyayê hate kirin de axivî got: “Divê Ocalan azad bibe.”

Li Parlementoya Brîtanyayê resepsyona Newrozê hate kirin. Resepsyona ji aliyê Navenda Xebatên Kurdî, Komeleya Karsazên Kurdên Ewropa û Meclîsa Gelê Kurd ên Brîtanyayê ve hate kirin, ji 60’î zêdetir parlementerên ji partiyên cuda yên nûnertiya wan li Parlementoyê heyî û Lordan, gelek serokên şaredariyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

Resepsyon bi piştgiriya Wezîrê Herêmê yê Pêşketinê ya Navneteweyî Dan Cander û Parlementerê Partiya Muhafezekar Davîd Amess ve hate kirin.

Lîderê partiya muxalefeta giştî Jeremy Corbyn ê tevlî resepsyonê bû Cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erka xwe rabin.

Corbyn diyar kir ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi destê hêzên navneteweyî gelê Kurd ji xakên li ser dijiyan parçe kirin, zilam li ser gelê Kurd îro jî dewam dike. Corbyn got: “Em li herêmê aştî, aramiyê dixwazin. Gelek mirov mirin, gelek şidet hate kirin, hê jî dewam dike. Gelê Kurd gelek tişt fêrî me kir, gelek tişt bi cîhanê da qezençkirin. Gelê Kurd bi azadî mafê jiyên heye. Li ser navê partiya xwe di vê mijarê de tişta bê xwestin em ê bikin.”

STEPHENS: DIVÊ OCALAN AZAD BIBE

Parlementerê Partiya Neteweyî yê Îskoçî Chrîs Stephanes jî got: “Ji bo azadiya gelê Kurd xebatên xwe bidomînin. Ji azadiya lîderê Kurd Ocalan ê ev 20 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîdê de ye têkoşînê bidomînim. Divê tecrîd bê rakirin û berxwedêrên grevan silav dikim.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Unite The Union ê ye ji sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê ye Steve Tûrner jî destnîşan kir ku ji bo azadiya Ocalan kampanyaya ji Ocalan re Azad a dayî destpêkirin wê mezintir bikin û bidomînin.

Di resepsyonê de Jack Loprestî, Davîd Amess, John Spelker, Mary Glîndon, Bambos Charalamboûs, Kate Osamor, Catherîne West û Afzal Khan dîsa endamên Kamaraya Lordan Lord Wîllîam Wallace û Lord Ray Collîns jî axivîn.