Li parlamentoya Fînlandiyayê ji bo Kurdan piştgirî hat dayin

Parlementerên SDP’ê yên parlementoya Fînlandiya piştgirî dan Kurdan. Ji parlementerên SDP’ê Al-Tae diyar kir ku Kurdan ji bo ewlehiya Ewropayê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û ev pirs kir; “Ma dibe ku em wan red bikin û ji bîr bikin?”

Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrata a Fînlandiya li kursiya parlamentoyê piştgirî da Kurdan. Parlamenterê SDP Husên Al-Tae ku bi eslê xwe Iraqî yê got, “Niha me bi kiryarên Tirkiyê diceribînin bê ka em ê çiqasê dest ji hin nirxan berdin ku ji bo me gelek girîng in. Ka em ê nirxên demokrasiyê biparêzin yan na.  Kurdan ji bo me li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye. Wan ji bo ewlehiya Ewropayê jî şer kirin. Ma dibe em wan red bikin û ji bîr bikin? Ev dem dema xwe eşkerekirinê ye bê ka em çiqasî li demokrasî û mafên mirovan xwedî derdikevin.”


Li van rojan li ser daxwaza endambûyîna Fînlandiya û Swêdê nîqaş tên kirin. Ji aliyê din ve dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan bi erênekirina daxwaza ketina wan her du welatan ya di nava NATO’êyê re dixwaze zextê Fînlandiya û Swêdê bike da ku piştgiriya Kurdan nekin û li van welatan xebatên Kurdan bên qedexekirin. Dewleta Tirk a faşîst lîsteyek ji daxwazan ji bo ku Fînlandiya û Swêd pêk bînin amade kiriye; di berdêla wê de wê Tirkiye dengê xwe yê erê ji daxwaza endambûna wan ji bo NATO’yê bide.