Li Parlamenta Swêdê nîqaşa li ser Tirkiye û PKK'ê

Li ser daxwaza Parlamentera Serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh, polîtîkaya belavkar û êrişkar a Erdogan li parlamentê hate nîqaşkirin. Di dema vê nîqaşê de Wezîra Karên Derve ya Swêd Ann Lînde û Kakabaveh li ser PKK'ê nîqaş kirin.

Di dema nîqaşê de Kakabaveh ji Ann Lînde re got, ya ku dibêje ew piştgiriyê dide Kurdan û têkoşîna hêzên demokrasiyê; heta ku PKK di lîsteya 'rêxistinên terorê' de bê hiştin wê Kurd timî bibin hedefa Tirkiyeyê û êrişên Erdogan ên li ser Kurdan wê dewam bikin.

Kakabaveh destnîşan kir ku ji bo Kurd û hêzên demokrasiyê ji êrişan bên rizgarkirin divê Swêd beriya her tiştî ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin bikeve nava hewldanan.

Li ser pirsên Kakabaveh, Lînde diyar kir ku PKK ji sala 2002'an ve di lîsteya 'rêxistinên terorê' de ye û Swêd wê vê mijarê nexe rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Kakabaveh anî ziman ku dewleta Tirk beşek ji Rojava dagir kiriye, Efrîn bi temamî dagir kiriye û bi bahaneya têkoşîna li dijî terorîzmê bi balafirên şer bombeyan li sivîlên li Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Kakabaveh her wiha bal kişand ser nûçeyên ku dibêjin Tirkiyeyê 4 hezar leşkerên bi berdêla pereyan şer dikin şandiye Azerbaycanê ji bo li dijî Ermenistanê şer bikin û Erdogan li Derya Egeyê jî nakokiya berê ya bi Yewnanistanê re nû kiriye.

'EM DÛRXISTINA JI WEZÎFEYÊ Û GIRTINÊ QEBÛL NAKIN'

Lînde bersiv da pirsên lê hatin kirin û diyar kir ku hikumeta Swêdê binpêkirina pîvanên dewleta hiqûqê, demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê cidî dibînin. Lînde dûrxistina siyasetmedarên muxalefetê ji wezîfeya xwe, her wiha girtina wan qebûl nakin.

Lînde bi bîr xist ku êrişên li ser HDP'ê zêde bûne û got, "Muxalefeta azad şertê bingehîn ê civaka pirreng û demokratîk e. Em vê yekê li Enqere, Stockholm û her devera ku bi rayedarên Tirk re hevdîtinê dikin tînin ziman."

Lînde ragihand ku hikumeta Swêdê rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û diyar kir ku ew binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, li nava Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û platformên navneteweyî yên mîna wan dixin rojevê.

Kakabaveh di pêşnûme pirsa xwe de destwerdana Tirkiyeyê ya li Iraq û Sûriyeyê jî xiste rojevê. Lînde di vê der barê de got, "Nebaşbûna têkiliyên Tirkiyeyê bi komên Kurdan re ji aliyê perspektîfa xwecihî ve cihê fikaran e. Yekîtiya Ewropayê û hikumetê bi rengekî eşkere di payîza 2019'an de êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Kurdan ku bû sedema êşên giran şermezar kir. Ev yek li dijî qedexeya tundiyê ya li rêziknameya Neteweyên Yekbûyî ye, li dijî hiqûqa navneteweyî ye."

'EM DIXWAZIN KU TIRKIYE VEKIŞE'

Lînde anî ziman ku êrişên dewleta Tirk bi kêrî DAÎŞ'ê tên, zerarê didin pêvajoya polîtîk a bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî û got, Swêd wê bi gelên hindekahî re be.

Lînde got, "Komên Kurd û hindikahiyên li herêmê; Asûrî-Suryanî û Êzidî divê bên parastin. Em dixwazin ku Tirkiye vekişe."