Li Parlamenta Ewropayê nerazîbûna li dijî êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê

Polîtîkaya zordar û dagirker a dewleta Tirk kete rojeva Parlamenta Yekîtiya Ewropayê. Raportorê Tirkiyeyê yê Yekîtiya Ewropayê Nacho Sánchez Amor nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Di civîna civata giştî ya parlamentê de ku destpêka hefteyê li Strasbourgê destpê kir, têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re hatin nirxandin. Di rûniştina têkildarî rapora pêşketinê ya li ser Tirkiyeyê de, Raportorê Pêşketinê yê Yekîtiya Ewropa-Tirkiye Nacho Sánchez Amor axivî û got, "Rola jeopolîtîk a Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, Yekîtiya Ewropa wê li pêşberî binpêkirina azadiya bingehîn bêdeng nemîne." Nacho Sánchez Amor nerazîbûn nîşan da ku Tirkiye rola xwe ya jeopolîtîk a ji bo Rojava dike firsend û polîtîkayeke êrişkariyê dimeşîne.

Nacho Sánchez Amor anî ziman ku dewleta Tirk rewşa xwe ya jeopolîtîk datîne pêşiya mafên mirovan û demokrasiyê û got, "Di bingeha raporê de rewşa karesatî ya pîvanên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê heye."

PAŞKETINEKE BI ZANEBÛN

Raportor diyar kir ku asta demokrasiyê ya Tirkiyeyê gelekî bi paş ketiye û got, "Rewşa Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi paşketineke bi zanebûn re heye."

Raportor bi bîr xist, ku di nava çend mehan de sêyemîn partiya herî mezin a welêt HDP ku zêdeyî 6 milyon deng stand û zêdeyî 100 şaredarî bi dest xist, weke 'neqanûnî' hatiye ragihandin û diyar kir ku dewleta Tirk şerê Rûsyayê yê li ser Ûkraynayê ji bo xwe kiriye firsend.

PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ BI FÎNLANDIYA Û SWÊDÊ RE NÎNE, PIRSGIRÊKA XWE BI DEMOKRASIYÊ RE HEYE

Nacho Sánchez Amor got, "Şer ew firsend pêşkêş kiriye ku Tirkiye xwe weke aktorekî ewlekariyê yên girîng nîşan bide." Amor bi bîr xist ku dewleta Tirk pêkanîn binpê kiriye û got, "Ji kleptokratên Rûs re maf tê dayin ku li peravên Tirk razemeniyê bike, hejmara seferên balafiran ên navbera Tirkiye û Rûsyayê qat bi qat zêde dibe, ji hezaran welatiyên Rûs re qerta kredî tê dayin." Amor destnîşan kir ku ev kiryar binpêkirina pêkanînane û nerazîbûn nîşan da ku endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO'yê bi rengekî 'bêberpirsyarane veto' kiriye. Amor diyar kir ku pirsgirêka Tirkiyeyê ne bi van herdu welatan re ye, pirsgirêka Tirkiyeyê bi demokrasiyê re heye.

TIRKIYE DI POZÎSYONA DAGIRKERIYÊ DE YE

Raportorê Pêşketiyê yê Yekîtiya Ewropayê Nacho Sánchez Amor bal kişand ser polîtîkaya şer a dewleta Tirk û destnîşan kir ku dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê di pozîsyona dagirkeriyê de ye.

SYRÎZA: LI HEMBERÎ ERDOGAN PÊWÎSTÎ BI SEKNEKE XURT HEYE

Ji parlamenteran Serokê Delegasyona Syrîza Dîmîtrîos Papadîmoûlîs têkildarî rojeva Tirkiyeyê mafê axaftinê wergirt û got, "Eger em dixwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêk were, li dijî Erdogan pêwîstiya me bi sekneke xurt heye."

ANDROÛLAKÎS: DIVÊ AMBARGOYA ÇEKAN LI SER TIRKIYEYÊ BÊ DANÎN

Endamê partiya PASOK'ê yê Parlamenta Ewropayê Nîkos Androûlakîs jî bang kir ku ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê danîn.

Nîkos Androûlakîs got, "Divê Yekîtiya Ewropa şaşitiyên li hemberî Pûtîn kir li hemberî Erdogan dubare neke. Nêzîkatiya li hemberî her kesên ku li ber hiqûqa navneteweyî radibin, divê bi heman rengî be."

Tê payin ku rapor roja Sêşemê li civata giştî ya Parlamenta Ewropayê pêşkêşî dengdanê bê kirin.