Li Parlamenta Awûstûryayê biryara ji bo piştgiriya bi HDP'ê re

Wekîlên SPO bi mijara "Doza girtinê ya li dijî HDP'ê" pêşnûmeyek pêşkêş kirin û li Parlamenta Awûstûryayê bi yekdengî hate qebûlkirin. Parlamentê bang li hikumetê kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hewl bide.

Li Awûstûryayê wekîlên partiay muxalefetê Partiya Sosyal Demokrat (SPO) Katharina Kucharowits û Petra Bayr pêşnûmeyek bi sernavê 'doza girtinê ya li dijî HDP'ê' pêşkêşî komîsyona lêkolînkirina pêşnûmeyan a parlamenta neteweyî kirin.

Pêşnûmeya ku daxwaza piştgiriya ji bo HDP'ê ji hikumeta Viyanayê dike, pişgirî ji endamên endamên hikumetê yên li komîsyonê wergirt.

Bi vî rengî di pêşnûmeyê de ku ji aliyê Parlamenta Awûstûryayê ve hate qebûlkirin di serî de Wezîrê ji Karên Navneteweyî û Ewropayê berpirsyar bang li hikumeta bi serokwezîrtiya Karl Nehammer dike.

Di biryarê de hate ragihandin ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe û bibe dewleteke hiqûqê, divê hikumet hewl bide û divê HDP neyê girtin.

Di biryarê de hate bibîrxistin ku HDP sêyemîn partiya herî mezin a li Tirkiyeyê ye û hate gotin, "Eger HDP bê girtin wê hingî Tirkiye hiqûqa navneteweyî û peymanên ku aliyekî wê ne binpê kiribe."

Di metna biryarê ya Parlamenta Awûstûryayê de ji bo temsîla sîstema piralî ya li Tirkiyeyê işaret bi girîngiya hebûna HDP'ê hate kirin û hate destnîşankirin ku îdîayên dadgeriya Tirk ên ku HDP'ê pê sûcdar dike bêbingeh in.