Li Parîsê Tamîlî û Kurdan çalakiyek hevpar kirin

Tamîlî û Kurd li paytext Parîsê hatin ba hev û çalakiyek kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê Tamîlî ji bo qirkirina li Srî Lankayê bi dawî bibe û daxwaza rewa ya mafê Tamîliyan li pêşiya Parlementoya Fransayê hatin ba hev. Kurdan jî destek da çalakiyê.

Kurdan di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Dewleta Tirk di nava bê cezatiyê de bê navber qetlîaman dike’ wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa wêneyên 3 jinên Şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hildan.

Li ser navê CDK-F’ê jî Bêrîvan Firat axivî û got: “Bi tundî qirkirina li ser Tamîliyan şermezar dikin. Qetlîama li ser Tamîliyan hate kirin, niha dewleta Tirk li ser Kurdan dike. Qirkirinên li Şengal, Efrîn û cihên din mînakên vê yekê ne.”

Tevgera #P2P di çalakiyê daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“Milîtan Ambikaî Seevartanam li Îngîltereyê di rojiya mirinê de ye, ji bo vê divê bi pêşengtiya NY’yê de tevgerek bê destpêkirin.

Herêmên Tamîliyan ji leşkeran bê paqijkirin.

Tavilê dawî li mêtingerkirina jîngehên Tamîliyan bînin.

Ji bo malbatên kesên xwe winda kirine edalet.

Ji bo misilmanan mafê cenazeyan

Girtiyên siyasî bên azadkirin.”