Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Parîsê saziyên şoreşger çalakiya ‘Kurdistanê biparêze’ li dar xistin

Li paytexta Fransa Parîsê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û gerîla, gelek rêxistinên çep û saziyên sivîl bi dirûşmeya “Kurdistan biparêze” çalakiyek li dar xistin.

ACTÎT a girêdayî AVEG-KON, Rêxistina Ciwanên Sosyalist Young Strugle, Rêxistina Jinên Ciwan ZORA, Serhildan Parîs, CDK-F’ê, Partîzan, ODAK, PDD’ê û Bîr-Kar jî di nav de gelek rêxistinên şoreşger tevlî çalakiyê bûn.

Rêxistinên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi taybetî di 19’ê Mijdarê de ya li ser Rojava pêk hatî, çalakiya konvedanê li dar xistin û belavok belav kirin. Her wiha heman rêxistinan piştre tevlî meşa ku ji aliyê rêxistinên jinan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve bi wesîleya 25’ê Mijdarê hat lidarxistin, bûn.

Di çalakiya kon de ku sazî û rêxistinên şoreşger bi awayekî hevpar li Qada Republique pêk anîn, pankart û alên rêxistinan bi dirûşmên "Em Şoreşa Kurdistanê diparêzin" û "Li dijî dagirkeriya Tirk Kurdistanê biparêze" hatin daliqandin.

Di axaftinên li qadê hatin kirin de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin: "Li dijî her şêwe êrîşên li dijî Kurdistanê divê em bi hev re têbikoşin û li Ewropayê bibin dengê gelê Kurdistanê."