Li Parîsê salvegera 44’emîn a PKK’ê hat pîrozkirin

Li banliyoya Mantes-la-Jolîe ya Parîs a paytexta Fransayê, bi boneya salvegera 44’emîn a PKK’ê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Li banliyoya Mantes-la-Jolîe ya Parîs a paytexta Fransayê, bi boneya salvegera 44’emîn a PKK’ê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahî, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Montes-la-Jolîeyê ve hat organîzekirin. Salona pîrozbahiyê bi wêneyên kadroyek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan û hevrêyên wî yên şehîd û alên hêzên azadiya Kurd û pankartê li ser “Jin, jiyan, azadî“ nivîsandî ve hat xemilandin.

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir û axavtin hatin kirin. Di axavtinan de hat destnîşankirin ku PKK partiya mirovên wêrek e ku ji zilm û hovîtiya li Kurd û Kurdistanê tê kirin re dibêjin na û ev tişt hatin gotin: “PKK dibistaneke azadiyê ye ku mirovên herî xweşik ên cîhanê lê civiyane. Gotina terorîst ji PKK’ê re, derewa herî mezin a li ser rûyê erdê ye. PKK, yekane partî ye ku bi fermandetiya jinan avakirina jiyaneke nû ji xwe re kiriye esas. Lewma em dibêjin; ‘Bijî PKK‘.“

Piştî axaftinan Hozan Comerd, Hozan Kawa, Bermal Çem, Meral Alkan û Farqîn Azad derketin li ser dikê stran gotin. Di pîrozbahiyê de li ber govendê dirûşmên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.