Li Parîsê salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li Parîsê gelê Kurd û dostên wê salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kirin û êrişên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi şîara ‘Em li hemberî dagirkerî û tecrîdê Rêber Apo azad bikin û Kurdistanê biparêzin’ 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Çalakî ji aliyê CDK-F û TJK-F’yê hate organîzekirin. Gel li qada Repûblîqûeyê hatinm ba hev, pankartên ‘Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk em Kurdistanê biparêzin’ û ‘Ji bo 3 gerîlayên HPG’ê yên winda bila PDK hesap bide’ û posterên ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ hatin hildan.

Ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê belavoka bi Fransî hate xwendin. Hevserokê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp axivî û got “15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ji bo Kurdan û rojhilata Navîn hêvî û baweriyeke mezin e.”

Meş ber bi qada Bastîlleyê domiya. Meşvan bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ gihiştin qadê.

Meş bi govend û sloganan bi dawî bû.