Li Parîsê meşa dirêj a ‘Ji Ocalan re Azadî’ destpê kir

Li paytexta Fransa Parîsê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj a ku wê 3 rojan dom bike destpê kir.

Meşa ku bi pêşengtiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û  Tevgera Jina Kurd a Fransa (TJK-F) ve tê kirin, li Vîlleneûve Saînt Georges a Parîsê bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî’ destpê kir.

Starta maşê saet 12:00’ê ji pêşiya şaredariya Vîlleneûve Saîntê destpê kir. Li vir Seroka Şaredariya Vîlleneûve Saînt Georges Sylvîe Altman û endamê Desteya Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan li vir axivîn.

Seroka Şaredariyê Sylvîe Altman got: “Divê di serî de Fransa têkoşîn û fedekariya jina Kurd û gelê Kurd ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê nîşan dayî ji bîr nake. Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Ocalan bê azadkirin.”

Endamê Desteya Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Çeylan jî salvebera 21’ê ya Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan şermezar kir û got: “Bi komploya navneteweyî xwestin ramanê Rêber Apo bigirin, lê ev yek bi lehengî û berxwedana fedayî ya Rêber Apo û hevrêyên wî vala derxist. Heta Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin wê berxwedana me bidome.”

Tevahî meşa sê rojan wê li ser tecrîd û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê dosya bê pêşkêşkirin.

Meş wê roja Yekşemê saet 13:00’an bi mîtîngekek girseyî ya li Qada Repûblîqûeyê bi dawî bibe.