Li Parîsê meşa ciwanan a dirêj: Ev hê destpêk e

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê de tevgerên ciwanên Kurd meşeke dirêj a ji bo sê rojan dabûn destpêkirin. Roja dawîn a meşê bi coşeke mezin dest pê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi şîara ‘Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê’ meşeke ji bo sê rojan dabûn destpêkirin.

Di destê sibehê de ciwan li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Cegerxwînê kom bûn û piştre ber bi şaredariya illeneuve-Saint-Georgesê ve meşiyan.

Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê vê carê ber bi Grîgnyê ve meşiyan.

Di çalakiyê de pankarta ‘Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê’ hate hildan. Di meşê de Çekdar Serhed ê TCŞ’yî axivî û diyar kir ku ev meş hê destpêk e. Serhed got “Îro roja dawîn a meşê ye lê ev tişt nayê wateya ku wê meş biqede. Meşa me wê bi hemû heybeta xwe bidome. Heta ku Rêber Ocalan û Kurdistan azad bibe, wê têkoşîn bidome.”