Li Parîsê li dijî dagirkeriyê çalakiya piştevaniyê

Bi banga “Li dijî şerê dagirkeriyê piştevaniya gelê Kurd bikin” ya ACTIT a girêdayî AVEG-KON’ê ku li Fransayê xebat dimeşîne, li Parîsê çalakiyeke protestoyê hat lidarxistin.

Komeleya Çanda Karmendên Koçber ên Tirk (ACTIT) li qada Chatelet a Parîsê, ji bo protesto kirina polîtîkayên dagirkerî û qetilamê yên faşîzma mêtinger a li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava, pankart hilgirtin, stand vekir û belavok belav kirin.

ACTIT’ê di daxuyaniya li qadê xwend de diyar kir ku bi êrîşên dagirkeriyê armanc tune kirina destkeftiyên demokratîk ên navnetewî yên ku parçeyên cuda yên têkoşîna azadiya gelê Kurd, şikandina hêza berxwedanê û tesfiye kirina wê ye.

ACTIT’ê bang li dewleta Fransayê kir ku çekan nefiroşe dewleta Tirk a çav berdaye destkeftiyên şervanên YPG û YPJ’ê ku Fransayê ew pêşwazî kirin û ji Fransayê xwest ku rêvebirê şer Erogan şermezar bike.

Di dawiyê de bang li karker û kedkarên Fransayê jî hat kirin û wiha hat gotin: “ Divê em zextan li dewleta Fransa bikin ku li hemberî mêtingeriya faşîst a Tirk vê seknê nîşan bide. Divê em nameyan ji Serokomarê Fransa û Wezîrê Karên Derve re bi rê bikin, li kolanan bi bilindkirina dengê xwe, bibin piştevanê gelê Kurd û dengê xwe tev li bêhna wan bikin.”