Li Parîsê konferansa têkiliyên Kurd û Ereban hate lidarxistin

Li paytext Parîs’ê konferansek bi navê ‘Ji Dîrokê Heta Îro Têkiliyên Kurd û Ereban’ hate lidarxistin.

Li Ewropayê xebatên Diyaloga Kurd-Ereb ên saziyên Kurd û Ereb dewam dikin.

Li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Navenda Lêgerînên Sûriyeyê û Enstîtuya Lêkolîn û Ramanê ya Kurdistanê ve konferansek li ser Têkiliyên Kurd û Ereban ji Dîrokê heta niha hate lidarxistin.

Gelek rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û aktîvîst beşdarî konferansa ku li avahiya Partiya Komunîst a Fransayê hat lidarxistin bûn.

‘PROJEYA ÇARESERIYA HERÎ RAST A ABDULLAH OCALAN E’

Di konferansê de akademîsyenê Sûriyeyî Fuad El Qetrîb pêşkêşiya destpêkê kir û bal kişand ser pirsgirêk û nakokiyên civakî yên li Rojhilata Navîn ku di encama avakirina modela netew-dewletê û zihniyeta neteweperestiyê de derketine holê. Her wiha destnîşan kir ku projeya Neteweya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke modeleke civakî ya alternatîf a li dijî vê zîhniyeta ku li herêmê serdest e, çareseriya herî rast e. Her wiha diyar kir ku ev proje hem ji bo ji holê rakirina pirsgirêkên heyî û hem jî di avakirina siberoja hevpar a gelan de pêşeng e.

Fuad El Qetrîb li ser projeya Neteweya Demokratîk, tevna civakî ya Rojhilata Navîn û nirxên civaka exlaqî û polîtîk sekinî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim girîngiyê dide mafên Ereban û hemû herêmê û têkiliyên dostane.

LI ROJAVA MÛCÎZE PÊK HAT

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Fransî Xalid Îsa, li ser dîroka têkiliyên Kurd û Ereban pêşkêşiyek kir û bal kişand ser polîtîkayên cudaxwaz û zextê yên di dîrokê de li ser Kurdan tên meşandin.

Rojnamevan û Nivîskara Fransî Ketel Roxane Kafel ku çûbû Rojava û demekê li wir çavdêrî kir, çavdêriyên xwe yên li ser Rojava vegot. Kafel diyar kir ku tevî pirsgirêkên sed salî yên navbera gelan û baweriyên cuda jî, di roja îro de pêkanîna sîstemeke li ser bingeha hurmeta li gel û çandên cuda û baweriyan, serketineke mezin e.

Ketel Roxane Kafel modela jin a azadîxwaz û demokratîk a li Rojava hatiye avakirin weke mûcîzeyekê bi nav kir û got ku ev mûcîze 10 sal in li dijî hemû êrîşan hebûna xwe parastiye. Ketel Roxsane Kafel bi bîr xist ku li herêmê hîn pirsgirêk û zehmetî hene û got ku projeya li vir hatiye avakirin ji bo gelên din jî dibe mînak.

Rojnamevanê Kurd û Pisporê Cîhana Ereban Welîd Xalîfe jî di konferansê de pêşkêşiyek kir.

Konferans bi nirxandinên kurt ên beşdaran û pirs û bersivan bi dawî bû.