Li Parîsê konê piştevaniyê yê li dijî êrişên dagirkeriyê

ACTÎT ku li Parîsê di bin sîwana AVEG-KON'ê de dixebite, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê, konekî çalakiyê veda ku wê 2 rojan dewam bike.

Komeleya Çanda Karkerên Koçber a Tirkiyeyiyan (ACTÎT) ku ser bi Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê (AVEG-KON) li paytexta Fransa Parîsê kar dike, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê konekî çalakiyê veda.

Çalakî wê du rojan dewam bike. Di roja destpêkê de endamên ACTÎT'ê li qada Chatletê li hev civiyan û têkildarî mijarê belavok li koçberan û xelkê Fransayê belav kirin. Nûnerên CDK-F, AGEB û Komîteya George Abdûllah jî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakgeran êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê bi bîr xistin û ragihandin ku welatên Yekîtiya Ewropayê û Îngilistan bi erêkirina şerê Erdogan re bûne şirîkê sûcên şer. Di çalkaiyê de bang li gelan hate kirin ku piştgiriya gelê Kurd û berxwedana sosyalîstan bikin.

Çalakî bi banga kombûna îro di heman saetê de li heman cihî bi dawî bû.