Li Parîsê dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî” hate berzkirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate protestokirin.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, îro bi pêşengiya TJK-F’ê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Gelê ku bi pankarta “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re azadî” li Qada Trocadéro hate gel hev, li ser hev dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Dîktator Erdogan”, “Ji bo Kurdistanê çaraseriyek siyasî” û “Faşîst Tirkiye” berz kirin.

Piştî ku li qadê belavok hatin belavkirin, çalakî bi dawî bû.