Li Parîsê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bilind bû

Bi hezaran kes li Parîsê li hev kom bûn û polîtîkaya komkujiyê ya Îranê şermezar kirin.

Çalakgerên li paytexta Fransa Parîsê li hev kom bûn, ji Place de la republique ber bi Place de la Nation ve meşiyan.

Li gel baranê jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn û dirûşmên "Tevlî şoreşa femînîst a yekemîn bibe", "Jîna Emînî navê te zilma ayetûllahan hejand", "Mirin ji dîktator re" û "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.

Sekreterê destpêkê yê Partiya Sosyalîst Olivier Faure, parlamentera ekolojîst Sandrine Rousseau û ji MEP (Çep a Radîkal Manon Aubry jî di nav de gelek kesayetên çepgir tevlî meşê bûn.