Li Parîsê çalakiya ji bo girtiyên nexweş azadî hat lidarxistin

Di çalakiya li Parîsê êrişên zayendî, êşkence û mirin ên li hemberî giriyan ku di girtîgehên Tirkiyê de anîne reweşeke sîstematîk hat teşhîrkirin û hate gotin kiryarê mirinên girtiyan ku weke “nexweş e” û “xwekujî” tê nixumandin, dewleta Tirk e.

Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê qetlîam û zilma di girtîgehan de li hemberî girtiyên tê pêkanîn hat şermezarkirin.

Gel û saziyên dost li qada Repûbliqûe hatin cem hev û pankarta li ser hatibû nivîsandin "Ji girtiyên siyasî re azadî" li gel alên xwe vekirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê, li ser navê CDK-F û TJK-F’ê Bêrîvan Firat daxuyanî da.

Firat bal kişande ser nûçeyên mirina girtiyan û got, “Tevî ku nûçeyên mirin, tacîz, tecawiz û êşkenceya li girtîgehan ranawestin jî, nêzîkatiyên li hemberî girtiyên nexweş bi serê xwe veguheriye êşkenceyê. Terora dewletê ya li girtîgehan bi awayekî sîstematîk dewam dike."

Firat destnîşan kir ku li girtîgehan desteserkirina mafan, sirgûn û êşkenceya sewqê didome û wiha pêde çû: “Di meha dawî de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev mirin bi navê 'nexweş' an 'xwekujî' ji aliyê dewletê ve ji raya giştî re tên pêşkêşkirin. Qatilê girtiyên şoreşger û welatparêz ên wek Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û Halîl Guneş dewlet e. Dîsa ruxmê ku bi sedan girtiyên ku nexweşiya wan giran in jî ji bo wan tedbîr nayên girtin û girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Parlamentera berê ya HDP’ê Aysel Tûglûk û bi sedan girtiyên pêşverû, şoreşger û welatparêz di bin nexweşiya giran de berxwedana xwe didomînin. Em li dijî qetlîamên ku dewleta Tirk jê re dibêje ‘nexweş’ û ‘xwekujî’ têbikoşin. Ji bo serbestberdana girtiyên nexweş em hevgirtinê mezin bikin."

Herî dawî Firat ji bo meş û mîtîga mezin ya ku wê 8’ê Çile bi boneya salvegera qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz ya di 9’ê Çileya 2013’an de bi pêşengiya TJK-F û CDK-F’ê de, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez de li Parîsê were lidarxistin banga tevlêbûnê kir. Ji bo meşa 5’ê Çile roja Çarşemê saet 12:00’an a li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê heya ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bidome banga tevlêbûnê kir. Her wiha ji bo merasîmên bîrnaînê jî yên wê 9ê Çile roja Yekşemê dîsa li ber Buroya Enformasyonê pêk were jî bang hat kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Ji girtiyên siyasî re azadî”,  “Ji Ocalan re azadî” û “Girtiyên Şoreşger rûmeta me ne” bi dawî bû.