Li Parîsê Îrfan Guler û Saît Uçlu hatin bîranîn

Ji bo bîranîna şehîd Îrfan Guler û Saît Uçlu ku li Rojava şehîd bûbûn, li Parîsê merasîmek bîranînê hat lidarxistin û hate gotin, “Soza me ya ji wan re wê Rêbertiyeke azad û Kurdistaneke azad be.”

Merasîma bîranînê ya şehîd Îrfan Guler (Adil Ûrfa) û şehîd Saît Uçlu (Ferat Pîr) ku li Rojava ji ber nexweşiyê şehîd bûbûn, li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin.

Bi dehan Kurdistanî tevlê merasîma bîranîn ku bi pêşnegiya Komîteya Malbatên Şehîdan û TJK-F’ê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatibû lidarxistin bûn.

Salon tevî posterên şehîd Îrfan Guler û Saît Uçlu, bi posterên gelek şehîdên şoreşê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve dest pê kir. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Telî dest bi axaftinê kir û got, “Di her pêvajoya jiyana xwe de min zilma dewletê dît. Bi dehan hevalên şehîd îro li dijî vê zilmê berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Waye ev du heval jî ji bo nivîsandina romana berxwedaneke wiha bi qehremantî çûn Rojava û li wir şehîd bûn. Her duyan ku herî baş ji fikrên Rêbertî fêm dikin, ji bo vî tiştî emrekî mezin feda kirin. Wê bîranî û têkoşîna wan bi me re be, wê ti carî girêdana me ya bi wan re bi dawî nebe.”

DU STÊRK ŞEMITÎN

Piştre Guneş Ardûç mafê axaftinê girt û anî ziman, “Ez hemû gerîlayan dişibînim stêrkekê ku dişemite. Em niha du stêrkên ku bêwext ji nava me çûn bi bîr tînin. Mirovên ku di derbarê her mijarê de du hevokên xwe hene, lê dema dor tê Îrfan û Saît, gotin di qirika me de asê dimîne. Ev her du hevalên şehîd ku ji Partî û Rêbertiya Partiyê pir baş fam kirin û li qada ku lê ne, bi vê hesasiyetê ji gel re vegotin, dema ku çûn li pey xwe ji me re gelek tişt hiştin. Em ê bi van fikrên ku wan li pey xwe hiştine tekoşîna xwe bidomînin û em ê xwedî li Rêberê xwe derbikevin.”

TI TIŞTEK TÊRA VEGOTINA WAN NAKE

Hevalekî Îrfan Guler û Saît Uçlu ku salên dirêj di heman girtîgehê de bi hev re mabûn ji bo biaxive derket ser dikê û li wir ligel ku kêliyên hestiyar hatin jiyîn axivî û got; “Vegotina wan her du hevalên xwe ku di şertên herî dijwar ên li Tirkiyê de têkoşiyan û dema ketin girtîgehê jî berxwedaniyeke bi heybet hûnandin, pir zehmet e. Şeva beriya ku şehîd bibin ez bi telefonê bi wan re axivîm. Wana Rêbertî û Şoreşa Kurdistanê nedîtin û çûn, her tim têkoşîna wê dan, encax nedîtin. Di şexsê hemû şehîdên şoreşê soza me ji wan re jî ev e; wê Rêbertiyeke azad û Kurdistaneke azad pêk bê. Bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim.”

Merasîm piştre bi nîşandayîna sînevîzyona li ser jiyana Îrfan Guler û Saît Uçlu bi dawî bû.