Li Parîs û Borlange çalakiya ‘Dem dema azadiyê ye’

Têkildarî pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ li paytexta Fransa Parîsê û bajarê Borlange ya Swîêd çalakiyekê pêngav hate silavkirin.

PARÎS

Li ser banga FEDA’yê li patyexta Fransa Parîsê bi çalakiyekê bal kişandin ser pêngava KCK’ê. Çalakî li Qada Repûblîqûe saet 16:00’an hate kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) Demîr Çelîk, ji Desteya Pîran Pîr Riza Yagmûr û li ser navê CÎK’ê jî Mele Şevket axivîn.

BORLANGE

Li bajarê Borlange ya Swêdê di heman çarçoveyê de çalakiyekek li navenda bajar hate kirin. Di çalakiyê de Siyasetmedarê Kurd Şefîk Agirî axivî û banga xwedîderketina li pêngavê kirî.

Agir anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her kes xwedî li pêngavê derkeve û got: “Pêvajoya pênavekî nû destpê kir. Divê her kes tevlî baskê Swêdê bibe.

Siyasetmedara Kurd Nadîa Başûr jî li ser pênavê agahî da û banga piştevaniyê kir.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.