Li Osnabruckê NCDK hate avakirin

Kurdistaniyên li bajarê Osnabruckê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi merasîmekê vekirin.

Li bajarê Osnabruckê yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi merasîmekê hate vekirin. Merasîma vekirina NCDK'ê 22'ê Tebaxa 2021'ê pêk hat û nûnerên gelek partî û saziyên civakî yên sivîl ên Elman jî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, peyama Meclîsa Gel a Osnabruckê hate dayin û navenda nû li xelkê herêmê hate pîrozkirin.

Hevseroka Konfederasyona Kurdên li Elmanyayê (KON-MED) Zubeyde Zumrut jî navend li gel pîroz kir û bang li Kurdistaniyên li herêmê kir ku xwedî li navenda xwe derkeve.

Beşdarên Elman jî di merasîmê de axivîn û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re nîşan dan.

Di dawiyê de jî Hozan Seyîdxan derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.