Li Osloyê li dijî êrîşên kîmyewî çalakî hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan li Osloyê daketin qadan, bêdengiya navneteweyî şermezar kirin û bang li saziyên peywendîdar kirin ku bikevin nav tevgerê.

Kurdistaniyên li Osloyê ya paytexta Norveçê dijîn, li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne, çalakiyek li dar xistin.

Çalakî ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve li Îstasyona Trenê ya Navendî hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Osloyê Ayser Yuce axivî. Ayser Yuce di serî de welatên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî (NY), bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir û ev bang li hikûmeta Norveçê kir: “Ev bêdengiya hevkariya sûc e.”

Her wiha aktîvîsta Defend Kurdistanê jî Lîda Weerts jî axivî û bêdengiya OPCW, NY, NATO û dewletên alîgir şermezar kir û banga “Bêdengiya we sûc e, hevkariya sûc e, ez we şermezar dikim û şerm bikin” li Wezîra Karên Derve ya Norveçê Annîken Hûîtfeldtê kir.

Çalakgeran ji bo bal bikêşînin ser êrîşên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û maske dan ber ruyê xwe. Di çalakiyê de wêneyên 17 gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî de hatin qetilkirin, hatin hildan. Çalakî bi guhdarkirina strana nû ya Hunergeha Welat a “Serêkaniyê Avaşîn” bi dawî bû.