Li Osloyê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin

Bi munasebeta şermezarkirina 22’emîn salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Kurdên li Osloyê dijîn û dostên Kurdan çalakiyek lidarxistin.

Îro li Oslo ya paytexta Norvêcê, bi boneya şermezarkirina 22’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratik a Kurd û Tevgera Ciwanên Kurd (UngKud), mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng bi tevlîbûna nêzî sed çalakvanên ji her çar perçeyên Kurdistanê û bi dehan dostên Kurdan pêk hat. Mîtîng bi dirûşmeya ‘Azadî ji bo Ocalan, aştî ji bo Kurdistan’ û ‘Dem dema azadiya Ocalan û Kurdistanê ye’ li ber deriyê Stasyona trenê dest pê kir.

Tevî ku baraneke dijwar jî dibarî, lê mîtîng bi coşek mezin û bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyana pekrewanên Kurdistanê dest pê kir.

Di çalakiyê de li ser navê Partiya Sosyalîst a Çep (Norvêc), Ciwanên Sor (Norvêc), Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê û Navenda Civaka Demokratîk ya li Norvecê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku li Rojhilat Navîn Ocalan yekane garantiya aşîtî û jiyana azad a gelan e û divê tavilê were azadkirin. Her wiha daxwaz hate kirin ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Dostên Kurdan jî destnîşan kirin ku Ocalan, Mandelayê Rojhilata Navîn e û hêviya azadiyê ya tevahiya jinan û gelên bindest ên cîhanê ye.

Çalakî bi strana ‘Ez Ocalan im’ a hozan Welat Kobanê  bi dawî bû.