Şehîdên 14’ê Tîrmehê, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û 5 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya 21’ê Adarê dê şehîd bûbûn, li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Orebroyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di bîranînê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê Ridvan Altûn axivî û got; “Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi desteka hevkarên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê didomin. Armanca êrîşan ne tenê Qendîl e, gelê Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Divê gelê Başûrê Kurdistan, hemû Kurdistanî û hêzên demokratîk ên şoreşger li dijî êrîşan derbikevin.”
Altûn diyar kir ku Diyar Xerîb nûnertiya Kurdê azad e û got; “Êdî ti dijminek û îxanetek nikare pêşiya Kurdên azad bigire. Êdî Kurdên azad ên bûne gel hene. Ne hêza Barzanî û ne hêza ti dijminek din heye pêşiya Kurdan bigire.”
PDK-Îran, Asûrî-Suryan, partî û rêxistinên Kurd ên parçeyên din beşdarî bîranînê bûn û peyamên piştevaniyê dan.
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Diyar Xerîb û şehîdên 14’ê Tîrmehê dike, bi dawî bû.