Li Orebroyê Polîsên Ewlekariya Swêdê hatin protestokirin

Li bajarê Orebro ya Swêdê Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) ku xwestîn Zozan Buyuk a Kurdistanî dersînor bikin, bi çalakiyekê hate protestokirin.

Îro li bajarê Orebroyê, ji bo protestokirina Swêda ku hewldayî dayîka 2 zarokan Zozan Buyuk a Kurdistanî dersînor bikin, çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku li Qada Storatorgetê seat 13:00’an hatî lidarxistin, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Orebroyê axaftin hate kirin û polîtîkaya koçberiyê ya Swêdê şermezar kirin. Her wiha hate diyarkirin ku Polîsên Ewlekariya Swêdê (Sapo) bi teşkilata îstixbarata Tirkiyê re hevkariyê dike û dixwaze welatparêz û şoreşgerên Kurdistanî dersînor bikin.

Hevjîn û herdu zarokên Zozan Buyuk jî tevlî çalakiyê bûn. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê û rêxistinên din ên Kurdistanî diyar kirin ku, ji bo dersînorkirina Buyuk û Kurdistaniyên din bên rawestandin bi hastaga #KurdsAreNotTerrorist kampanya dane destpê kirin û bang li hemû parêzvanên mafên mirovan hate kirin ku piştevaniya vê kampanyayê bikin.