Li Nurnbergê şahiya azadiyê ya gelan
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Kurdistanî bi dirûşma "Şahiya azadiyê ya gelan" di şevekê de li hev civiyan.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Kurdistanî bi dirûşma "Şahiya azadiyê ya gelan" di şevekê de li hev civiyan.
Mala Gel a Medyayê ya li Nurnbergê bi dirûşma "Şahiya azadiyê ya gelan" şahiyek lidar xistin û bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Di şahiyê de bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" têkoşîna gerîla ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker hate silavkirin.
Di şahiyê de piştî sînevîzyonê hunermend Bavê Merwan, Zarîfa Zêrîn, Abbas Ahmed û Zinar Sozdar derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.