Li Nurnbergê qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin

KBDH’ê qedexekirina PKK’ê protesto kir, peyama “faşîzmê birûxînîn” da.

Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê qedexekirina PKK’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan axaftin hatin kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin; “PKK nayê qedexe kirin. PKK di azadiya gelê Kurd, jinên Kurd, nasnameya netewî, azadiya ziman, li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê li çar parçeyan di berxwedaniya gelê Kurd de nîşaneyek girîng e” û banga KBDH û HBDH’ê ya “Em ê faşîzmê birûxînin, azadiyê bidest bixin” hate silav kirin.

Di çalakiyê de dovîzên “PKK nayê qedexekirin” û alên KBDH, HBDH, SKB û AGÎF hilgirtin û dirûşmeya “PKK gel e, gel li vir e” hate berzkirin.

Jinên MLKP-KKO jî li Nurnberg û Stuttgartê nivîsînên “Em ê faşîzmê birûxînin, azadiya jinê bi dest bêxin” kirin.