Li Nurnberê Rojên Çanda Kurd bi coşek mezin bi dawî bû

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê “Rojên Çanda Kurd” ku ji aliyê Mala Gel a Medyayê ve îsal cara 11’emîn hate lidarxistin, bi dawî bû.

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê “Rojên Çanda Kurd” ku ji aliyê Mala Gel a Medyayê ve îsal cara 11’emîn hat lidarxisin, bi gerandina govendê bi dawî bû.

Jinên Kurd ku di bin banê Mala Gel a Medyayê dixebitin bi cil û bergên netewî reng da û bi sedan Kurdistanî tevlî konserê bûn. 

Êrişên dagirkeriyê ên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê hatin şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.

Hunermend Rotînda li konserê derket ser dikê, berxwedana gerîlayan silav kir û ji bo gerîla stranan got. Her wiha Rojên Çanda Kurd bi stranên Hozan Canê, bi gerandina govendê bi dawî bû.