Li Norweç, Elmanya û Fransayê dewleta Tirk hate protestokirin
Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Norweç, Elmanya û Fransyaê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Norweç, Elmanya û Fransyaê çalakî hatin lidarxistin.
TRONDHEÎM
Li bajarê Trondheîm ê Norwecê Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku divê Ewropa helwesteke zelal nîşanî vê dagirkeriyê bide.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî meşek hate lidarxistin û herî kêm 10 hezar kes tevlî meşê bûn.
Di meşê de sloganên ‘Erdoganê qatil’, ‘Bijî berxwedana YPG’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate berzkirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kir. Di çalakiya protestoyê de hate diyarkirin ku ‘Roj roja hevgirtina Kurdan e. Em li dora gelê Kurd û şervanên wê bibin xeleq.”
Piştî çalakiyê gel meşiya û di meşê de nûnerên NPA, PCF, Ensemble û CGT’ê axivîn.