Li taxa Burrigê ya Leverkusenê, îro li navendeke kîmyewî teqîneke mezin rû da. Sedema teqînê hînê nayê zanîn. Ji ber teqînê şewat bi qadê ket û gelek ambûlans û tîmên arkujiyê ber bi herêmê ve hatin şandin.
Polîsên Leverkusenê bi daxuyaniyekê ragihand ku gelek kes di bûyerê de birîndar bûne. Her wiha hişyarî dan şêniyên bajêr ku derî û paceyên xwe bigirin.
Li gorî medya Elman, di encama teqînê de du kes bi giranî birîndar bûn, herî kêm pênc kes winda ne.
Ji ber teqînê, otobanên navbera Koln-Dusseldorf û Koln-Dortmundê li nêzî Dusseldorfê li trafîkê hatin girtin.
Ji ber teqînê cam û deriyên gelek malên li derdorê şikestin.