Li navendeke kîmyewî ya Elmanyayê teqîna metirsîdar

Li Chempark Leverkusenê, ku parka endustriya kîmyewî ya li rojavayê Elmanyayê ye, teqîneke mezin rû da. Gelek kes birîndar bûn. Teqîn di kategoriya "metirsiya zêde" de hate nirxandin.

Li bajarê Leverkusenê, ji ber sedemeke nediyar li navendeke febrîqeyên kîmyewî teqîneke mezin rû da.

Dû bi ser qada teqînê ket. Ji şêniyên herêmê hate xwestin ku derî û paceyên xwe bigirin.

Berpirsyarên navendê ragihandin ku gelek kes birîndar bûne û rewşa du ji birîndaran giran e.

Li ser hesabê Twitterê yê parka şîrketên kîmyewî ev peyam hate parvekirin: "Li Chempark Leverkusenê, ji ber sedemeke ku hînê nayê zanîn teqînek pêk hat." Hate ragihandin ku 5 kes jî winda ne.

Chempark Leverkusen di vê sektorê de yek ji navendên herî mezin ên Ewropayê ye.

Arkujan dest li cihê bûyerê werdan. Pêkanîna Hişyarkirina Karesatê ya Neteweyî (Nîna) ev bûyer di kategoriya 'metirsiya zêde' de nirxand.

Li gorî gelek medyayên Elman, teqîn li parzûngeheke bermahiyan qewimî.

Polîsên Kolnê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku xisareke mezin bûye û gelek rêyên li derdorê hatine girtin.