Li Munster, Dusseldorf û Wînsen-Lûheyê li dijî tecrîdê çalakî

Li bajarên Munster, Dusseldorf û Wînsen-Lûhe yên Elmanyayê, bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û çalakiyên li dijî tecrîdê tên lidarxistin jî silav kirin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiya li ber navendê stasyona trenê ya li Munsterê bûn. Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û peyama ku heta şikandina tecrîdê wê berxwedana zindanan berdewam bike dan.

Di çalakiyê de diyar kirin ku tecrîd ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin ji aliyê hêzên komploger ên navnetewî ve tê plankirin û pêkanîn. Her wiha banga berxwedana giştî jî hate kirin.

Çalakiya ku ji saetekê zêdetir dom kirî, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DUSSELDORF

Çalakiya li Dusseldorfê jî li ber navenda stasyona trenê bû. Gelek Kurdistanî tevlî çalakiya ku di seat 14:00’an de destpêkirî bûn.

Di çalakiya ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatî destpêkirin silav kirîn de, belavokên di derbarê binpêkirina mafan û tecrîda li girtîgehên li Tirkiyê de hate xwendin.

Her wiha di çalakiyê de ji bo kampanyaya îmzeyan a TJK-E’yê despêkirî ya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” jî îmze hatin komkirin.

WINSEN-LÛHE

Li Winsen-Lûheyê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û komên antî-faşîst ên Elman jî tevlî meşa ji aliyê Yekitiya Ciwanên Şoreşger ve li Hambûgê hatî lidarxistin bûn.

Di çalakiyê de li ser navê NCDK Hambûrgê Abûzer Bozava axivî û anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li dijî hemû gelê Kurd e û got, “Em li ku derê bibin bila bibin, li dijî vê tecrîdê bertekên xwe bînin ziman.”

Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.