Li Munîhê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan jî hate silavkirin.

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê bi banga Meclîsa Jinan a Sarayê û NCDK’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Mîtîng li Stachûsê hate lidarxistin.

Kurd û enternasyonalîstên Elman tevlî çalakiyê bûn û daxuyaniya KON-MED’ê hate xwendin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke sîstematîk tê kirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku heta ku Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û wê têkoşîn bidome.