Li Munih û Kolnê li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hatin vekirin
Li Munih û Kolnê li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hatin vekirin û gelek îmze hatin komkirin.
Li Munih û Kolnê li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hatin vekirin û gelek îmze hatin komkirin.
Li bajarê Munih û Kolnê yê Elmanyayê, ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin stand hatin vekirin.
MUNIH
Li Munih Marienplatzê, ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin stand hat vekirin.
Di standa ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk hate vekirin de, li ser armanca kampanyayê daxuyanî hat xwendin. Hat diyarkirin ku divê PKK ji lîsteya "rêxistina terorê" ya NY’yê bê derxistin û banga hestiyariyê li raya giştî ya Elmanyayê hat kirin.
Stand rastî eleqeyek mezin hat û gelek îmze hatin komkirin.
KOLN
Li bajarê Kolnê jî di pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan de standa îmzeyan hate vekirin. Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat û gelek îmze hatin komkirin.