Li Moskowê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin

Kurdên li Moskowê 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Dema pîrozkirinê berxwedana li Kurdistanê hate slavkirin.

Li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowê Kurdan li Mala Çandê ya Lunaçarskiyê bi bernameekê Cejna Vejînê, Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Bernameya pîrozbahiyê bi xwedian sirûda netewî Ey Reqîb dest pê kir û deqeyek rêz ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê hate girtin.

Siyasetmer û nûnerên saziyên Kurd axaftin kirin û di axaftinan de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin, têkoşîna azadiya Kurd a li çar parçeyan hate slavkirin.

Piştî axaftinan ji hêla stranbêj Azad Bedran, Berfîn Mamedova, Hozan Ersîn, Diyar Ganov, Deniz Cevoy stran hatin gotin.