Li Montpellîer û Stûttgartê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li Montpellîer û Stûttgartê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga seferberiyê kirin û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

FRANSA

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava di roja 5’an de jî hate protestokirin.

Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellîerê ve hat organîzekirin, li ber Walîtiya Montpellîerê dest pê kir.

Di çalakiya ku ciwan lê kom bûn de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan", "Dîktator Erdogan" hatin berzkirin.

Bala Fransiyan jî çû ser çalakiyê. Di çalakiyê de, sûcên êrîşa artêşa Tirk a faşîst a li ser Rojava hatin eşkerekirin. Her wiha ji hêzên koalîsyona navneteweyî hate xwestin ku li hemberî qetlîamên sivîlan bêdeng nemînin.

ELMANYA

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê jî, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û ciwanên enternasyonalîst di çarçoveya Pêngava Werin Cenga Azadiyê de 6 roj in li qadan in û di van çalakiyan de êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin.

Ciwanan di saetên êvarê de li Lûdwîgsbûrg a Stûttgartê kom bûn, li dijî êrîşên dagirkeriyê banga seferberiyê kirin.

Ciwanên ku bi alên PKK'ê li kolanên Stûttgartê meşiyan dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Tolhildan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.