Li Melbourneyê şehîdên Gulanê hatin bîranîn

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Komîsyona Perwerdeyê ya NAV-KURD'ê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê yên PKK'ê şevek li dar xist.

Endamê KNK'ê Heval Herkî ku axaftina destpêkê ya şevê kir, bal kişand ser mîrateya berxwedanê ya şehîdên meha Gulanê û got, “Dijmin wê bi vê mîrateyê têk biçe."

Herkî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser gorên Kurdan da û diyar kir ku dewleta dagirker ji miriyên Kurdan jî ditirse.

Siyasetmedarê Kurd Adem Uzun ku ji Ewropayê beşdarî pîrozbahiyê bû, diyar kir ku rojeva veşartî ya dewleta Tirk ew ku sînorên xwe berfireh bike.

Uzun anî ziman ku dewleta Tirk ji bo bigihêje vê armancê hewl dide ji kaosa heyî ya li cîhanê sûdê werbigire.

Şev bi xwendina helbestan û temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.