Li Mecarîstanê konferansa Rojava

Li Mecarîstanê 10'ê Kanûnê bi navê ''Ji Rojava heta bi Washîngtonê şoreş'' wê konferanseke berfireh a li ser onlîne çêbibe.

10'ê Kanûnê di navbeyna saet 10.00'an û 20.30'an de li ser înternetê wê konferansek pêk tê, di konferansê de şoreşa Rojava û projeya wê tê vegotin, ku rejîma Erdogan êrîşê dibe ser û barbariya DAÎŞ'ê rawestand.

Şoreşa Rojava ku weke projeyeke civakî ya çepgir û femînîst a li dijî kapîtalîzmê û baviksalariyê tê dayin, weke, ''halê hazir alternatîfa herî xurt a çepgir û dij-kapîtalîst e'', tê nirxandin.

Li gorî pêşkêşkirina bernameyê di konferansê de hem wê wê ev şoreş û hem jî rewşa berdest a herêmê were pênasekirin, analîzkirin, hme jî wê pêla şoreşê ku projeya Rojava rê lê vekiriye were destnîşankirin.

Bi vê çarçoweyê wê tevgerên girseyî û şoreşgerî yên van salên dawî li Sûdan, Şilî, Îran, Cezayîr, Fransa, Haîtî û Libnanê were nirxndin.

Sernavên konferansê: Îdeolojî û siyaseta Rojava, rewşa siyasî ya rojane, paradîgmaya Rojava ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rojava û guherîna avûhewayê, jinên Kurd, konfederalîzma demokratîk, jineolojî, ekolojiya civakî û teorîa feminîst, krîza global û pêla serdema nû, li DYE'yê tevgerên anarşîst, ji Îranê heta bi Şiliyê tevgerên civakî, Ewropaya Rokhilat û şaredarî, li YE'yê bi asta şaredariyê delîveyên avakirina polîtîkayan, krîza Belarûsê, çima sosyalîzm, li Rojava konfederalîzma demokratîk.

Bernameya konferansê ya ku wê bi zimanê Macarî û Îngilîzî parastinbê kirin, bi vê armancê malpera Facebook hate avakirin.