Li Marsîlyayê meşa ji bo silavkirina şerê gerîla

Li Marsîlyayê, ciwanên Kurd meşek lidar xistin û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma St. Antoineyê fîşekên hewayî teqandin, dûyê bi reng hildan û bi flamayên PKK'ê meşiyan.

Ciwanan pankarta ji wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hildan û dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana gerîla' qîriyan.