Li Marsîlyayê li dijî dagirkerî û xiyanetê meş hat lidarxistin
Li Marsîlyayê li dijî dagirkerî û xiyanetê bi dirûşmeya “Kurdistanê biparêze” meş hat lidarxistin.
Li Marsîlyayê li dijî dagirkerî û xiyanetê bi dirûşmeya “Kurdistanê biparêze” meş hat lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê li dijî dagirkerî û xiyanetê bi dirûşmeya “Kurdistanê biparêze” meş û mîtîng hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ji Montpellîer, Marîgnane û Dragûîgnanê hatin, tev li meşê bûn.
Di meşa ku ji qada Vîeûx Portê destpê kir de pankartên li ser “Kurdistanê biparêze”, “Rê ne de dagirkerî û xiyanetê”, “Dewleta Tirk kîmyewiyê bikartîne”, “Ewropa bêdeng dimîne” û “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hat nivîsandin û dovîzên ku hevkariya Erdogan û Barzanî teşhîr dikin, hatin hilgirtin.
Di tevahiya meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin û belavkirin.
Li qada Vîeûx Portê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Li vir axaftin hatin kirin û hate gotin ku divê em xwedî li berxwedana gerîlayên ku bi lehengî şer dikin derbikevin û dagirker û xiyanetkaran ji xaka pîroz bikin der.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.