Li Marsîlyayê li dijî dagirkerî û tecrîdê mîtîng hate lidarxistin
Li Marsîlyayê êrîşên dagirker û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin.
Li Marsîlyayê êrîşên dagirker û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin.
Li Marsîlyayê îro bi sedan kes li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û tecrîda Îmraliyê mîtîngek lidarxistin.
Gelê Kurd û dostên wan li Qada Canabîereyê hatin ba hev û heta Qada Vîeûx Port a Marsîlyayê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta ‘Dewleta Tirk li Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne’ û alayên PKK, YPG, YPJ û TJK-E’yê hatin hildan.
Di meşê de bi hezaran belavok hate belavkirin.
Gel li Qada Vîeûx Portê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyekê rêz girt. Piştre belavoka bi Fransî hate xwendin û li ser navê NCDK’ê axaftin hate kirin. Meş û mîtîng bi sloganan bi dawî bû.