Li Marsîlyayê ji bo girtiyên nexweş çalakî hat lidarxistin

Bi armanca bal kişandina li ser rewşa girtiyên nexweş li Marsîlyayê konê agahdarkirinê hat vedan.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo balê bikişînin ser mirinên girtiyên li girtîgehên Tirkiyê û rewşa girtiyên nexweş çalakiya konvedanê hat lidarxistin.

Kon saet 14:00’an li cadeya qerebalix a meydana Vîeûx Port a Marsîlyayê hat vedan û heya saetên dereng ên êvarê dom kir.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku herî dawî di nava mehekê de 5 girtiyên nexweş bi giştî 7 kesan û di nava du salên dawî de jî bi giştî 64 kesan jiyana xwe ji dest daye û bal hat kişandin li ser Garîbe Gezer û Vedat Erkmen ku bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Di tevahiya rojê de belavok hatin xwendin û belavkirin. her wiha hat diyarkirin ku rewşa tendirustiya siyasetmedar Aysel Tûglûk nebaş e û divê demildest serbest bê berdan.