Li Marsîlyayê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastina Medyayê dayî destpêkirin, ji aliyê Kurdistanî û Fransiyan ve bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistanî û Fransiyên ku li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiyek lidaxistin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, protesto kirin.

Heman demê di çalakiyê de ji bo PKK ji “Lîsteya rêxistinê terorê ya YE” bê derxistin jî kampanyayek hate destpêkirin.

Çalakiyê saet 14:00’an li ber şaredariya Marsîlyayê dest pê kir. Di çalakiya ku nûner û aktîvîstên gelek partî û rêxistinan tevlî bûyî de êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de axaftvanan êrîşên îtifaqa faşîst a AKP/MHP ên li dijî destkeftiyên gelê Kurd û HDP’ê şermezar kirin. Axaftvanan bal kişandin ku dewleta Tirk ji aliyê dîktatorekî ve tê birêvebirin û diyar kirin ku PKK tevgerek enternasyonal û azadiyê ye. Her wiha teqez kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bike û biryara ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ji bo girtiyan daye jî were bicihanîn.

Di çarçoveya yekem kampanyaya bila PKK ji “Lîsteya rêxistinên terorê” bê derxistin de, rozetên “PKK berxwedan e” belav kirin.