Li bajarê Marsîlyayê ciwanên Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî şermezar kir. Ciwanên Kurd di saetên êvarî de li qada Belle De Maî hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Ciwanan di meşê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hildan. Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Piştî meşê ciwanan daxuyanî da çapemeniyê û gotin ku tu ciwanên Kurd ên bi rûmet vê tecrîda giran ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nake. Ciwanan anî ziman ku li dijî siyaseta qirkirinê azadî tenê bi berxwedanê dikare pêk were.
Ciwanan bang li her kesê kir ku tevlî meşa dirêj a li Fransayê ku bi daxwaza azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, kir. Her wiha ciwanan ji her kesê xwest ku bi awayek aktîf tevlî kampanyaya ji bo PKK ji lîsteya terorê derkeve re jî kir.